Alp: Li Qersê em ê bi jinan bi ser bikevin
Namzeta parlamenteriyê ya Qersê Gulcan Alp a ji Partiya Çepên Kesk, diyar kir ku ew li Qersê li gel jinan karê hilbijartinê dikin û wê bi jinan bi ser bikevin.
Namzeta parlamenteriyê ya Qersê Gulcan Alp a ji Partiya Çepên Kesk, diyar kir ku ew li Qersê li gel jinan karê hilbijartinê dikin û wê bi jinan bi ser bikevin.
Ji namzetên Qersê yên Partiya Çepên Kesk Gulcan Alp diyar kir ku bi vê hilbijartinê re wê dawî li nebûn, xizanî, tecrîd, dîlgirtin, heqaret û êşkenceyê bê û got, "Hêza me bi têra xwe heye. Em bi gelê xwe, bi jin û ciwanên xwe ji vê yekê re amade ne."
Li Qersê ku nifûsa xwe 275 hezar kes e, 185 hezar hilbijêr hene. Li Qersê 3 wekîl wê bêne hilbijartin. Li gel Kurdan, her wiha Azerî û Terekeme jî lê hene. Li bajarê ku Partiya Çepên Kesk lê bi îdîa ye, karên hilbijartinê dewam dikin.
EM LI GEL HEV DIXEBITIN
Ji namzetên Partiya Çepên Kesk Gulcan Alp anî ziman ku ew li Qersê li gel jinan mil bi mil dixebitin û destnîşan kir, xwedîderketina jinan a li wan cihê rûmetê ye. Alp diyar kir ku wê bi jinan bi ser bikevin û wiha dewam kir, "Bi vê hilbijartinê re wê dawî li tunebûn, xizanî, tecrîd, dîlgirtin, heqaret û êşkenceyê bê. Hêza me ji bo vê yekê têrê dike. Em bi gelê xwe, bi jin û ciwanên xwe ji vê yekê re amade ne."
EM Ê XWEDÎ LI DENGÊ XWE DERKEVIN
Alp got, ji bo karibin li Meclîsê bi rengekî herî xurt îradeya gel nîşan bidin ew ê xwedî li dengê xwe derkevin û wiha dewam kir: "Haya gelê me ji her tiştî heye. Tercîha xwe bi rengê herî rast kiriye, tenê li benda roja dengdanê ye. Li aliyê din divê ev yek jî bê gotin; gel hatine eciqandin û mixabin ji her tiştî hatine dûrxistin. Di çarçoveya karên hilbijartinê de em li nava malan digerin. Hewl didin di bin siya antî demokratîk a desthilatdariyê de qala demokrasiyê bikin. Zor û zehmetî nikare îradeya me bişikîne, nikare hêza me kêm bike. Bêrawestan divê em ji gelê xwe re qala nirxên xwe bikin, li gelê xwe guhdarî bikin."
QERS BI HÊVÎ YE
Alp diyar kir ku Qers bi xweza, dîrok û bedewiya mirovên xwe cihekî welê ye ku divê her kes bibîne û got, "Xelkê Qersê gelekî ji dil e, ewqasî jî wêrek e. Em zanin bê gilî û gazinan ji çi dikin, daxwaza wan çi ne. Ev yek ji bo me destketiyeke gelekî mezin e. Êşên ku di dema erdhejê de rû dan, nûçeyên derewîn ên desthilatdariyê bêguman gelê me êşand, lê belê gel bi hêvî ye. Em ji vê yekê hêzê werdigirin."
QERS JI BO GUHERTINÊ AMADE YE
Alp bal kişand ser serdana wan a li rêxistinên pîşeyî, rêxistinên civakî yên sivîl û got, "Em bi hemû dînamîkên bajêr didin û distînin, serdana dikandaran dikin, serdana malan dikin. Di nava hilbijêrên me de yên ku naxwazin biçin dengdanê zêde nîne. Bi me piştrast in, ji guhertinê re amade ne, em jî ji wezîfeyê re amade ne. Hevdîtinên me yên bi hilbijêrên bêbiryar re dewam dikin. Ji bo hilbijêrên ciwan jî karên ji bo medya dîjîtal û kolanan dewam dikin. Em li vir in, em di nava Partiya Çepên Kesk de ne, em ji bo gelê xwe li vir in. Em dikarin biguherînin, dikarin veguherînin. Bila her kes dengê xwe bi kar bîne û xwedî li dengê xwe derkeve."